BARAN GERMIYAN/SILÊMANÎ
Endamên Koma Aştî û Civaka Demokratîk Tekîn Mûş û Têkoşîn Ozan li ser pêngava dîrokî ya gerîla ya çek tinekirinê ev gotin: “Weke niyeta baş me hejmarek çek şewitandin. Em ji bo hemû pêngavan amade ne. Merasîma me nayê wateya dawîbûna têkoşînê, em bihêztir dibin. Her kes çi dikeve ser milan divê bi cih bîne.”
Di 27’ê Sibata îsal Rêber Apo bi peyameke dîrokî ya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ji bo çareserkirina pirsa Kurd û demokratîkkirina Tirkiye, bangek dîrokî kir. Di vê peyamê de daxwaz ji PKK’ê hate kirin kongreya xwe pêk bîne û xwe fesîx bike. Li ser vê PKK’ê di navbera 5-7’ê Gulanê de Kongreya 12’an a xwe lidar xist û biryara fesîxkirin û dawîkirina hemû çalakiyan girt. Bi van pêşketinan re cara ewil pişt 26 salan 9’ê Tîrmehê peyameke bi dîmen yê Rêber Apo ji Girtîgeha Îmralî hate nîşandan.
Di vê peyamê de Rêber Apo bi awayeke vekirî bang li gerîla dike ku çek dane. Gerîla li ser vê banga dîrokî 11’ê Tîrmehê bi tevlîbûna gelek rojnamevan, siyasetmedar û nûnerên partiyên siyasî li Şikefta Cesene ya xwedî ciheke dîrokî ye di têkoşîna Azadiya Kurdan de bi merasîmeke dîrokî tevlîbûna 30 gerîlayan çekên xwe şewitandin. Vê gavê li cîhanê deng veda û çav li pêngavên hikûmeta Tirkiye zivirîn.
Ajansa me Rojnews li gel du fermandar û gerîlayên Koma Aştî û Civaka Demokratîk re hevpeyvîneke taybet pêk anîn.
Rojnews: Piştî tecrîdeke giran ya zêdetirî 50 mehî, Rêber Apo bi bangekê pêvajoyeke nû ya çareseriya pirsa Kurd da destpêkirin. Her wiha PKK’ê jî bi lidarxistina Kongreya 12’an a xwe piştgiriya xwe ya ji bo peyama Rêber Apo destnîşan kirin. PKK vê banga dîrokî û pêngavê çawa dinirxîne?
Tekîn Mûş: 10 salên borî şereke man û neman li ser me hate ferzkirin, li hemberî vê jî berxwedaneke dîrokî hate raberkirin. Li ser vê di serî de li ser navê hikûmetê û taybet Bahçelî li Parlementoyê bangek kir. Li ser vê jî Rêber Apo bersiva bangê da û em jî çawa ji sala 1993’an ve ji bo pêngavên aştiyê amade bûn, niha jî em amade ne. Lê ya ne amade dewleta Tirke.
Bê guman guherînên bingehîn li nava dewletê nebûye, dibe rewşa li Tirkiye û şerê navxwe bûbe sedem ku vê guherîn û pêngavên wiha bavêje. Rêber Apo jî bangek kir û weke PKK jî ji bo tevlî têkoşîna siyasî û demokrasî bibe kongreya xwe lidar xist dawî li çalakiyên çekdarî anî û dest bi pêngava aştiyê hate kirin. Her li ser van bingehan jî Rêber Apo herî dawî peyameke bi dîmen belav kir. Rêber Apo di vê bangê de bang li gerîla kir ku dawî li çekên xwe bîne. Bal kişand ku bi vîna xwe dawî li çekan bîne û amadebûna xwe ya ji bo pêngavê nîşan bide. Em jî ji ber niyeta xwe ya pak nîşan bidin hejmarek çek me şewitand û tine kirin. Em ji bo her pêngavekê amade ne. Ev aştî jî dibe û parastin jî dibe.
Rêber Apo pêngavek daye destpêkirin, em jî şopdarên wî ne. Weke tevger çi bikeve ser milê me em amade ne. Divê ji bo pêşketina pêngavê dewlet gavên girîng bavêjin. Wek gava yekem ji bo baştir pêngav bi rêve biçe divê rewşa serokatî baş bike. Merc û derfetên jiyan û xebatê bên başkirin.
Rojnews: Rêber Apo bi bang û pêngavê davêje û dîsa PKK jî bi lidarxistina kongreya xwe û merasîma herî dawî ya çek tinekirinê ji bo çareseriya pirsa Kurd pêngavên mezin avêtin. Lê heta niha dewleta Tirk pêngaveke ber bi çav neavêtiye. Gelo ev ji bo pêngavê nabe asteng? Yan jî dewlet divê gavên çawa bavêjin?
Têkoşîn Ozan: Dewlet fam kir ku bi vî rengî dirêj bike, xeteriyeke mezin li ser wan heye. Ji bo wê Bahçelî li Parlementoyê silav da DEM Partiyê û di koma partiya xwe de diyar kir ku divê mafê hêviyê bê dayîna Rêber Apo û bê Parlementoyê baxive. Ev yek tê wê wateyê eger wiha dewam bike, ne tenê xeterî li ser kurdan zêdetir li ser dewletê jî heye. Ji bo wê Rêber Apo pêşengtî ji civaka demokratîk re kir. Destpêkê ji PKK’ê destpê kir, PKK’ê vê weke pêngaveke dîrokî girt dest û li gorî wê kete nava tevgerê.
Dewlet niha hewl dide di bin navê cuda de yên weke ‘bê teror’, dixwaze pêngavê bi rêve bibe. Rêber Apo bi rengekî din bersiv da û ji bo çareseriya pirsa Kurd bang kir. Tevgera Azadî jî bi rengekî herî xurt bersiva vê bangê da. Di asta herî bilind de pêngav avêt. Destpêkê dawî li çalakiyên çekdarî anî, herî dawî jî bi merasîmekê li ber çavê hemû raya giştî ya cîhanê çekên xwe tine kirin. Niha ti sedem û hincetek nemaye ji bo dewleta Tirk ku gavek neavêje. Divê êdî dewlet gavek bavêje.
Bê guman biryarên erênî yên Rêber Apo nayê wateya bê danûstanin û yek alî ya li ser pirsa Kurd. Têkoşîneke siyasî û berxwedaneke berfireh û giran a xwe heye. Divê dewlet jî gav bavêje. Divê Rêber Apo azad be û bi awayeke baş bikare pêşengtî bike û dawî li sîstema Îmralî bê anîn. Her wiha divê guherînên esasî di Destûra bingehîn de bê çêkirin. Jin, ciwan û civak bikare xwe bi rêxistin bikin.
Merasîma tinekirina çekan a hate kirin, nayê wateya rawestandina têkoşînê. Berovajî têkoşîn bihêztir dibe ji bo hilweşandina sîstema desthilatdarî û sermayedarî. Di çarçoveya demokratîkê de avakirina netewa demokratîk û azadiyê ya li ser esasê azadiya jinê û civakê, rêxistinkirina civakê kolan bi kolan û komum bi komîn li pêşiya me ye.
Rojnews: Çend rojên borî 12 leşkerên Tirk li Başûrê Kurdistanê ji ber gaza meta mirin. Mirin an kuştina her Kurdek Tirkek bi zimaneke din her mirovekê tê wateya çi? Ji bo êdî ti miroveke din neyê kuştin û qurbanîkirin, divê dewlet çi bike? Wek tê zanîn PKK’ê dawî li çalakiyên leşkerî aniye.
Têkoşîn Ozan: Têkildarî mirina 12 leşkerên li şikeftekê de ji ber gaza meta agahiyeke me wisa li ser nîne. Dibe ji aliyê hinek aliyên berjewendîparêz ev rewş derketibe. Ya tê zanîn û eşker li gelek tunelên Zapê çekên kîmyawî hatine bikaraîn. Bi taybetî li wê tunela ku 12 leşker têde fetisîne. Dibe ev edaleteke xwzayê be. Wan ew gaz bikar anîbe û di nav de mabin.
Mirina mirovan a bi rengekî wiha ne başe. Di rastiyê de pirsgirêk ne yê wan, yê dewletê ye. Divê baştir li vê meselê binêrin. Bikaranîna gaza kîmyawî û dewamkirina êrişan tenê mirinê zêdetir dike. Gaza ku bikar bîne dibe paşê bandorê li wan bike. Bombeyek bikar tîne dibe li zarokekê bikeve. Ji bo dawî anîna şer bêguman divê xwe ji şer dûr bigire, xwe nêzîkî demokrasî û bihev re jiyanê bikin. Piştî banga Rêber Apo bikaranîna çeka kîmyawî tobbaranê her dewam bûye. Di encamê de gerîla şehîd bûye û leşker jî mirine. Di vê rewşê de gerîla neçare xwe biparêze. Bûyera 12 leşkeran encama şerê berjewendî û şerê dûre li hiqûqê ye.
Dikarîn vê bêjîn, rêya rast ewe ku şopandina rêya çareseriyê di çarçoveya siyaset, yasayî û leşkerî. Rêya rast ewe ku ji bo bûyerên din dubare nebin, leşker ji herêmê vekişin, xaka Kurdistanê biterikînin.
Rojnews: Bandora çareseriya pirsa Kurd ya li Bakurê Kurdistanê wê bandoreke çawa li beşên din bike?
Tekîn Mûş: Çarereseriya pirsa Kurd li Tirkiye çareseriyeke bingehîn û dîrokî ye. Ji ber ku yê herî zêde deriyan li çareseriya pirsa Kurd vebike dewlete. Ji bo wê ye pêngava guherîn û demokrasiyê wê bandorê li ser temamê Kurdistanê bike. Em di wê baweriyê de ne çareseriya pirsa Kurd li Bakurê Kurdistan û Tirkiye pêk bêt, wê bingeheke nû ji bo çar parçeyên Kurdistan û Rojhilata Navîn ava bike.
Herî dawî herdu gerîlayan destnîşan kir ku têkoşîn dewam dike û wê berfireh bibe. Her kesek çi bikeve ser milan bi xurtî pêk bîne. Ev yek wê pêşeroja wan zêdetir azad û demokratîk bike. Serketin ji bo herkesê xwestin.
(eh)
Your Comment